Rikspolisstyrelsen qanûnsaziya nû dixwaze

Rêvebiriya navendî ya polîsê Swêdê, Rikspolisstyrelsen, qanûnsaziyek nû ya navneteweyî dixwaze ji bo bergiriya komên hackerên înternetê. Dawiya vê hefteya derbasbûyî êrîşek hackerî pêk hat li dij malpera hikûmeta Swêdê. Li ser vê rêvebiriya navendî ya polîs lêkolînek daye destpêkirin. Lêkolîn rastî astengiyan hatiye ji ber ku kompaniya înternetî ya emerîkî naxwaze agahiyên pêwist bide û rêya serlêdana hiqûqa navneteweyî nîşanî polîsê Swêdê dide. Ew jî pêvajoyek dirêj û berfireh divê, pisporê tawanên teknolojiya zanyariyê yê Rikspolisstyrelsen Anders Ahlqvist diyar dike.