Samî: Miletê herî kevnar yê bakurê Ewrûpa

6:25 min

Li welatên YE û Swêdê bê miletek xwedanê çi mafan e li gor statuya wan tê guhertin. Miletê ehlê cî, kêmnetewe, zimanên kêmayî û penaber xwedanê mafên cuda cuda ne.

Wek mînak li Swêdê kurd, ereb û bosnî penaber in. Lê li Swêdê pênc kêmneteweyên ku resmî hatine pejirandin hene. Ew jî ev in: Samî, rom, cihû, tornedal û fînî ne. Ji van pênc kêmneteweyan tenê gelê sami hem xwedîyê statuya kêmnetewe ye, hem jî xwedîyê statuya ehlê cih e. Loma li Swêdê siyaseteke taybet ya ku jê re dibêjin samepolîtîk mewcûd e.

Statuya “ehlê cih” hemî mafên kêmneteweyan yê ji bo parastin û pêşvebirina çand û wêjeyê dihewîne nav xwe. Ehlê cih herwiha di bikaranîna ax û avê de, di nêçîrvanî û masîgirtinê de xwedan mafên taybet in

Duh roja netewî ya samiyan bû, loma li tevaya welatê samiyan ku jê re dibêjin Sapmi ev roj bi çalakiyên cuda hat pîrozkirin.

Serokê parlamena samiyan – Sametinget Stefan Mikaelsson yek ji serkêşên şahiyan bû:

-          Di avahiya beledîya Kiruna de digel komeleya samiyan û beledîya Kiruna me roja xwe ya netewî digel berpirsên vira pîroz kir. Êvarê jî li Mala Gel ya Kiruna konserek hat li darxistin, ku ji aliyê beşdaran vet hat ecibandin. Bi kurtî rojek xweş bû, dibêje serokê samiyan Stefan Mikaelsson.

Samî miletekî kevnare ne û ew li bakurê van çar welatan dijîn. Norvêc, Swêd, Fînlenda û Rûsya. Hejmara wan derdorê 100-150 hezarî ye, ji van nêzîkê 30 hezaran li bakurê Swêdê ne. Herçend ew îro li çar welatan dabeşkirîbin jî çand û toreyên wan nêzîkî hev in. Zimanê dişibe fînî. Samî di dema xwe de miletekî koçer bûne û îro jî ew bêhtir bi nêçîrvaniyê mijûl in. Guhdan û xwedîkirina xezal û koviyan di nav karê wan yê sereke de ye.

Berya nêzîkê sed salî, di 6ê sibata 1917ê de samiyên her çar welatên bakur li Norvêcê li hev dicivin. Samî vê rojê wek yekem kombûna xwe qebûl dikin û ew wek roja xwe ya netewî îlan kirine. Ji ber munasebeta vê rojê duh li gelek belediyên Swêdê û dezgehên resmî ala samî ya çarrengo hat bilindkirin û pîrozbahî hatin kirin.

Lê serokê samiyan Stefan Mikaelsson baldariya hukûmet û parlamena Swêdê ya ji bo roja netewî ya samiyan kêm dibîne:

- Zêde baldarîyê nadinê. Ji ber hin nirx û tiştên din pêş digrin em tên jibîrkirin. Em li bendê bûn ku hem rayedarên Swêdê hem jî YE beşdarî pîrozbahiyên me bibin, ji ber ku em miletê ehlê cih in.

Belê wek ku serokê meclisa samiyan Stefan Mikaelsson jî dibêje, samî li Swêdê xwediyê statuya ”miletê ehlê cih” in û li tevaya Ewrûpa ew tenha miletê xwedanê vê statuyê ne.

Li welatên YE û Swêdê bê miletek xwedanê çi mafan e li gor statuya wan tê guhertin. Miletê ehlê cî, kêmnetewe, zimanên kêmayî û penaber xwedanê mafên cuda cuda ne.

Wek mînak li Swêdê kurd, ereb û bosnî penaber in. Lê li Swêdê pênc kêmneteweyên ku resmî hatine pejirandin hene. Ew jî ev in: Samî, rom, cihû, tornedal û fînî.

Vêce dema ku miletek wek kêmnetewe hatibe qebûlkirin ew milet dibe xwedîyê mafên taybet yên ku bi peymanên Konseya Ewrûpa hatine misogerkirin.

Dewleta Swêdê, di sala 1999ê de peymana Konseya Ewrûpa ya parastina kêmnetewan îmze kiriye.  Loma Swêd divê serê sê salan raporek berfireh pêşkêşî Konseya Ewrûpa bike bê wê ji bo cîbicîkirina şertên peymana Konseya Ewrûpa çi kiriye. Rapora yekem ya di vî warî de di 2001ê de û ya dawî di 2010ê de hat pêşkêşkirin.

Ji van pênc kêmneteweyên Swêdê ku me li jor behsa wan kir tenê miletê sami hem xwedîyê statuya kêmnetewe ye, hem jî xwedîyê statuya ehlê cih e.

Ev jî tê wê wateyê ku berya swêdî li bakurê Swêdê bi cî bibin samî bi ziman, çand û kevneşopiyên xwe li wira hebûn. Ew miletekî li Swêdê ji swêdiyan kevintir in. Loma li Swêdê siyaseteke taybet ya ku jê re dibêjin samepolîtîk mewcûd e.

Ji bo parastina mafê neteweyên ehlê cih beyannameke NY jî heye. Tê de dinivîse bê dewletek herî kêm divê çi mafan bide miletekî.

Statuya “ehlê cih” hemî mafên kêmneteweyan yê ji bo parastin û pêşvebirina çand û wêjeyê dihewîne nav xwe. Ehlê cih herwiha di bikaranîna ax û avê de, di nêçîrvanî û masîgirtinê de xwedan mafên taybet in, dibêje serokê samiyan Stefan Mikaelsson:

-          Belê, girêdanek me ya taybet bi herêma me ya taybet re heye. Sanayî û çanda me jî cuda ye. Ev cudahî di navbera me û kêmneteweyan de hene.

Mikaelsson bi berdewamî dibêje:

- Hem li Swêd, hem li Ewrûpa statuyeke me ya pir baş heye. Em ji gelên din bêhtir dikarin doza xwe bimeşînin, divê em jî ji aliyê xwe ve jêhatî bin û van derfetan baş bikarbînin.


Parlamentek samiyan ya bi serê xwe bi navê Sametinget heye. 31 endamên wê yên daîmî hene û serokatiya wê Stefan Mikaelsson dike. Halê hazir wezîfeyeke şêwirmendî ya parlamentoya me heye.

Di resmîyetê de daxwazên me nabin biryar, ew dibin pêşniyaz ji bo hukûmetê. Lê em hêvîdar in ku em bikaribin vê biguherin. Di qanûnê de em xwedan mafên baş in û mafên me her ku diçe xurttir dibin, lewra ez bawerim di pêş de cîyek girîngtir yê pêşniyazên parlamentoya me wê hebe û ew dê bikevin resmiyetê, dibêje serokê samiyan Stefan Mikaelsson derbarê roja netewî ya samiyan de ku duh hat pîrozkirin.