Swêd rîskên berçav yên gendeliyê heye

Eger bi welatên din yên Ewrûpayê re bê danberhev, Swêdê şiyaniya bergiriya gendeliyê baş e lê lawazî jî hene. Ev yek li gorî lêkolînek Transparency International ya ku duwanzdeh saziyên civaka Swêdê nirxandiye yên mîna parlemana Swêdê, dadgeh, partiyên siyasî, çapemenî û civaka sîvîl. Ji wan duwanzdehan tenê Nûnerê Dadî, Justitieombudsmannen, puanên herî bilind werdigire. Puanê herî nizm jî diçe ji sektora giştî re, ku li gorî lêkolînê, zêde girîngiyê nade bergiriya gendeliyê. Serokê Transparency International Lars Göran Engfeldt dibêje berê me wiha dizanîbu ku Swêdê pirsgirêkên gendeliyê nîne lê dem hatiye ku em fêm bikin ku pirsgirêk hene û divê pêşî li wan bê girtin.

Li ser pirsa ma gelo Swêd pirsgirêkên gendeliyê hene, Engfeldt dibêje erê li hinek beşan rîskên berçav hene.

Skandala betîla li Göteborgê ya ku deng veda û gûmana gendeliyê di karê avakirina meydana sporê ya Solna herdû mînakên gendeliya berçav e.  

Engfeldt bi berdewamî dibêje li hinek beşan rîskên gendeliyê berçav in. Lêkolînê nîşan daye jî ku di çavdêriya aboriya partiyên siyasî de jî kêmasî hene li Swêdê. Lars Göran Engfeldt dibêje ji bo rewayiya demokrasiyê gelek girîng e ku gel bizane partiyên siyasî çawa tên fînansekirin.