Thomas Östros pêşwext kursiyê xwe berdide

Siyasetmedarê navdar yê sosyaldemokrat, Thomas Östros payîza pêşiya me kursiyê xwe yê parlemanê berdide, du salan berî dema wezîfeya wî biqede.

- Demek dirêj e di nava siyasetê de me, deh salan wezîr bûm û hejmarek sal jî endamê parlemanê. Dem hatiye ku tiştekî din bikim niha dema ku sosyaldemokrasî di destên baş de ye, gelek kêfxweş im ku Stefan Löfven serokpartiyê nû ye, Thomas Östros dibêje.

Östros demekê berdevkê pirsên siyaseta aborî yê Socialdemokraterna bû û berendamê serokpartîtiyê bû dema serokê berê Håkan Juholt hat hilbijartin.