SAS milyar wenda kiriye - divê bide hev

Kompaniya SAS di çareyeka 2011an 2,1 milyar kron wenda kiriye, her mîna dihat payîn. Piştî wendakirina milyaran SAS zorê dide bernameya xwe ya danhevê ji bo îsal û sala pêşiya me. Weke mînak dê li beşê îdarî 300 kes ji kar bên derxistin. SAS di rapora xwe de dide zanîn ku pirsgirêka firotina bilêtan nîne lê bi pêşketinên vê demê yên aboriya global re rewşa kêmewlekariyê zêde bûye. Wekî din jî buhayê mazota balafirê zêde bûye.