"Di bin navê entegrasyonê de asîmîlasyon tê kirin"

"Civaka pirçandî û pirrengî gotinên vala ne. Di bin navê entegrasyonê de li ser ziman û çandan li Swêdê siyasetek asîmîlasyonê tê meşandin", dibêje sekreterê Dezgeha Hevkarîyê ya Rêxistinên Etnîkî li Swêdê, Milinko Mijatovic.

"Eger mirov hûrbijêr be li gor vê siyaseta ku tê meşandin kurd li Swêdê nînin. Penaber hene, kesên bi eslê xwe biyanî hene, lê ne miletê kurd. Ewa ku kurd li Swêdê wek komekê tê pejirandin hebûna rêxistinên kurdî ne, yên ku alîkarîya fermî ji dewletê werdigrin. Bi vê alîkarîyê mirov mensûbbûna grûpekê qebûl kiriye. Yan na kurd li Swêdê nînin. Û di heman rewşa kurdan de derdorê pêncî miletên din li Swêdê heye".

Mafê miletan li Swêdê li gor statuya wan tê guhertin. Miletê ehlê cî, kêmnetewe, zimanên kêmayî û penaber xwedanê mafên cuda cuda ne.

Lê li Swêdê Samî, rom, cihû, tornedal û fînî pênc milet in ku wek kêmneteweyên resmî hatine pejirandin. Ji van mafên samîyan berfirehtir in, ji ber ku statuya wan ya ”ehlê cih” heye û ev statu ji kêmnetewî pirtir mafan di nav xwe de dihewîne.

Baş e, ji bilî van miletên xwedî statu rewşa ewqas miletên din li Swêdê dibe çi? Wek mînak hejmarek mezin ya ereb, kurd, suryanî û bosnî hene. Cudahiya di navbera mafên kêmnetewe û penaberan de çi ye?

Ev pirs me ji sekreterê Dezgeha Hevkarîyê ya Rêxistinên Etnîkî li Swêdê, SIOSê Milinko Mijatovic kir:

- Mafê kêmneteweyan di siyaset û qanûnê de misogerkirî ye. Ev gelek mafên çandî û zimanî bi xwe re tîne. Ew milet wê demê wek kom hatiye qebûlkirin. Ew miletên ku nakevin nav parastina vê statuyê ji van mafan jî mehrûm dimînin. Ew alîkarîya di warê zimên û çandê de ku tê kirin jî wê demê li gor siyaseta giştî ya çandî û civakî, di bin navê siyaseta entegrasyonê de  tê kirin. Ango zêdeyî hemwelatîbûnê tu mafên wan nîne, dibêje sekreterê Dezgeha Hevkarîyê ya Rêxistinên Etnîkî li Swêdê, SIOSê Milinko Mijatovic.

Û Mijatovic vê siyaseta heye bi tundî rexne dike û dibêje gerekbû gelek miletên din ku li Swêdê hejmara wan bilind e xwedanê heman mafan bane.

- Siyaseta komên etnîkî ya halê hazir mafên ferdî, ango takekesî dide. Armanc bi vê siyasetê ew e ku penaberên tên Swêdê zû fêrê zimên bibin kar û mal peyda bikin. Siyasetek ji bo parastina çand û zimên nîne û di bin navê entegrasyonê de siyaseta asîmîlekirin û bişavtinê tê meşandin, dibêje Mijatovic:

- Eger mirov hûrbijêr be li gor vê siyaseta ku tê meşandin kurd li Swêdê nînin. Penaber hene, kesên bi eslê xwe biyanî hene, lê ne miletê kurd. Ewa ku kurd li Swêdê wek komekê tê pejirandin hebûna rêxistinên kurdî ne, yên ku alîkarîya fermî ji dewletê werdigrin. Bi vê alîkarîyê mirov mensûbbûna grûpekê qebûl kiriye. Yan na kurd li Swêdê nînin. Û di heman rewşa kurdan de derdorê pêncî miletên din li Swêdê heye.

Mijatovic diyar dike ku çareserî ne ew e ku hin grûb in wek kêmnetewe li Swêdê bên pejirandin. Divê siyaseta giştî ku bi rastî û durustî civakek pirçandî û pirrengî diparêze bê danîn.

Derbarê wergirtina mafên berfirehtir û misogerkirî Federasyona Komeleyên Kurdistanê li Swêdê di sala 2008ê de doza heman mafên kêmnetewî ji bo kurdên Swêdê dike, lê heta niha jî ti gavên erênî ji aliyê hukûmetê ve nehatine avêtin.

Derbarê hewldanan de me hevpeyvînek bi seroka Federasyona Komeleyên Kurdistanê li Swêdê Şermîn Bozarslan re kir.

Bozarslan diyar dike ku ew dixwazin heman mafê kêmneteweyan ji bo komên penaberan jî bê naskirin

- Di danûstandinan de hemî sîyasetvan û rayedarên Swêdî girîngiya pirzimanî û pirkulturî tînin ziman û erênî nêzîk dibin, lê di praktîkê de gav nayên avêtin. Divê heman mafên kêmneteweyan ji bo gelên din jî bê naskirin û ev bikeve destûrê de.

Ji bo hevpeyvînê li rapora dengî guhdarî bike!