Hikûmetê biryar da ku nihêniya arşîva Stasî bimîne

Hikûmetê biryar da ku nihênîgirtina arşîva Stasiyê ya polîsê ewlekariyê bimîne. Hikûmetê biryar da ku vekirina arşîvê dikare zerarê bigihîne hem Säpo û hem kesan. Li ser vê hikûmetê ”vitbok”’ek ango nivîsek taybet ya ku belgeya siyaseta derve ye, pêşkêşî parlemanê kir. Wezîra dadê Beatrice Ask dibêje tu sedem nîne ku em qaîdeyên heyî biguherin ji bo ku arşîvê vekin. Payîza derbasbûyî pirtûkek bi navê ”Inte bara spioner” ango ”Ne tenê sîxur”, ya lêkoler Birgitta Almgren derket. Piştî wê çend partiyên parlemanê xwestin ku arşîvên Stasiyê bên vekirin. Birgitta Almgren mercên giran yên bêdengiyê pejirandibû berî ku materyalê Säpo lêkolîn bike lê niha bi sedema ku soza xwe naniye cîh doz li wê hatiye vekirin.