Kêm penaxwaz kontrola tendurustiyê dikin

Gelek kêm penaxwaz li Swêdê kontrola tendurustiyê dikin. Enstîtuya bergiriya belavabûna nexweşiyan, Smittskyddsinstitutet, niha dê lêkolîn bike çima wiya ye. Li gorî enstîtuyê piraniya penaxwazên ku ji wan re pêşniyaza kontrolê diçe nabêjin na. Ango berpirsyariya meclîsên wilayetê ye ku vê agahiyê bidin da bêhtir penaxwaz îmkanê kontrolê çêbibin. Li gorî dîrektorê giştî yê enstîtuya bergiriya belavbûna nexweşiyan, Johan Carlson, mimkun e di danûstendina navbera Daîreya Koçê û meclîsên wilayetê de kêmanî hebin.