Alîkariyek taybet a teşwîqê ji bo ku Swêd di warê ekolojî, aborî û civakî de bibe xwedî bajarên Xurt

Di 15 de salan de hukumetê alîkariyek taybet a teşwîqê ji bo ku Swêd di warê ekolojî, aborî û civakî de bibe xwediyê bajarên xurt dide.

 Ji sala 2009an ve navê van hewldanan Bajarên Xurt, ango Hållbara Städer, lê hatiye danîn. Heta niha 9 projeyên sermayeyî och 55 projeyên plankirî alîkarî ji Delegasyona Bajarên Xurt girtine.

Ev hewldanên ku di nava vê hefteyê de hatine pêşkşeşkirin, heta niha him hatine pesindan û him jî rexne kirin. Wezîra karê jîngêhê Lena Ek dibêje;  Lê di rastiyê de tesîr li ser kalîte ya jiyana şâredariya kiriye. Ek hefetya borî di semenerek projeyên pilankirî de weha got:

- Belê û ez dizanim ku gelek mînakên baş yê vê delegasyona Bajarên Xurt pêşkêşkirine hene û  karê wan wekî hevirtirşikê ku ji bo hevîr pêwîste ye. Karî ku stratejîk e, alîkariya şaredarî û herêman dike ku sermayedariyek baş û li gor jîngehê munasib be bikin. 

Peter Örn, dibêje tehdîta herî mezin ya li hemberî jîngehê di pêşerojê de bajar in. Ew serokê Delegasyona Bajarên Xurt e û bi bîr tîne ku di heman demê de avakirina bajarên nû jî firsete ke ,ku cîhekî ji jîngehê re munasib were avakirin. Peter Örn dibêje; Di dema pêşkêşkirina projeyan de pirsgrêk gelekin lê yek ji wan jî ne ya herî sereke ye.

-Hiştê herî sereke ewe ku mirov duxwaze bi giştî bajarekî, ji alîyê  bikaranîna amûrên wek enerjiya rojê, û enerjî ya ku lokalî tê bidestxistin, awayên nû yên jiyankirinê, wekî kêm bikaranîna elektrîkê û ku em der dor û avê qirêj nekin. Tiştê sereke dîmenê giştî yê van bajarên xurt e.

Di vê demê de gelek pirsgirêken ekolijîk yê cîhanê jî bûne pirsgrêkên herêmî yên jîngehê. Ev pirsgrêkana dikarin, tunebûna avê be, pirsgrêka îklîm, anormaliya hormonan ji ber maddeyên kîmyeyî ku di xwarinande tên bikaranîn yan jî tevlîhevîya dermanên cûr bi cûr ku pirsgrêke ke ku daîreya paqijiya av û qanalîzasyona her roj li ser kar dike ye.

Lena Ek dibêje loma girînge ku sermayedarên şaredariyan bi  tenê pişta xwe nedin qanûnên, FN, neteweyên yekgirtî, EU, yekitîya Ewropa yan jî Swêdê,  cavekî jî bavêjin pêşerojê.

- Kapasîte ya bikaribe ji bo rê li ber pirsgrêken pêşerojê bigre di demek dirêj de dikare pir tasarûfek baş be. Bi fikra min ji bo vê yekê bajarên xurt minakek baş e. Ev dikare ji bo  mirov bizanibe, ji bo me çi alîkarî pêwîste bastir bîbîne, wek emê çawa avahîyan çêbikin, anîna ceyranê wê çawa bibe, em bajaran, sîstema paqijkirinê û ya zibilkomkirinê çawa bikin, ev hemû ji bo em  ne çar nemînîn 10 salên şûnde carekî din avahîya serrastbikin.  Ev jî karên nû peyde dike, reqabetek xurt çêdike û ev hemû bi hev re girêdayîn ne.

Peter Örn dibêje 2012 sala dawîye ku mirov dawa alîkariyê ji Delegasyona Bajarê Xurt bike ye. Helbet wê kar berdewam be, çav li pêjerojê be. Li şaredariyan bahsa 2030 ji bo qirêjkirina hawirdorê wek salek girîng tê ditîn, armanc ewe ji alîyê berdana gazên xeter yê  ji bo jîngehê û hawirdorê bibe sifir tê kirin.

Li gelek saredariyan, tê gotin ku êdî emê di sala 2030 bikaribin hemû enerjî ya bikartînîn nû bikin. Ji xwe wezîrê karê jingehê jî aniha got ku wê di sala 2050 de gelek armancên me bi cîh werin. Û heta em jî dikarin vê yekê bibînîn.