"Rîska rastîn ya êrîşa terorî peyda bûye"

Hikûmet sibe stratejiyek nû ya dijî terorîzmê pêşkêş dike. Ji dema stratejiya berê ya berî bi çar salan ve "li Swêdê rîska rastîn ya êrîşa terorî peyda bûye", hikûmet dide zanîn. Li gorî stratejiya nû hikûmet dê rê veke da polîsê ewlekariyê Säpo, rêxistina leşkerî ya îstîxbarat û ewlekariyê (Must) û dezgeha çavdêriya radyoyî ya hêza bergiriyê (FRA) bikarin agahiyan bidin hev di têkoşîna dijî terorîzmê de. Ew hersê dezgeh ji payîza derbasbûyî ve ji hikûmetê dixwazin ku qanûnsaziya heyî di ber çav re derbas bike da çerçeweya karê wan yê bergiriya gefa terorê bê firehkirin.