Yên bi xwendinên bilind 5 salan dirêjtir dijîn

Kesên zanîngeh xwendine bi navincî  5 salan dirêjtir dijîn ji yên tenê dibistana seretayî xwendine. Lêkolînek nû nîşan dide ku cûdahiya tendurustiyê û dirêjiya temenî zêde dibe li Swêdê. Hejmarek fakterên sosyal hene ku bandorê li tendurustiya me dikin. Kesên bi aboriya bilind bêhtir îmkan hene ku xwarina rast û bixwin û herin tehtîlê. Kesên li herêmên ku tawankarî lê pir e dijîn, bêhtir tûşî stresê dibin. Wekî din jî nîşane hene ku grûbên cûda li nexweşgehan cûda tên pêşwazî dikin.

Çareseriya cûdahiya tendurustiyê û dirêjiya temenî ne dermanên baştir lê îmkanê zêdetir yên xwendin û kar bo herkesî ye, redaktorê pirtûka lêkolînê Mikael Rostila dibêje:


- Faktera herî girîng bo jiyanek tendurust bingehek baş e. Divê hîn di zarokatiyê de fêri jiyanek tendurust bibin, Mikael Rostila dibêje.