Lêkolîn pêṣniyaz dike ku qanûna Swêdê bibin mîna ya welatên din yên rojavayî. Foto: Jessica Gow/Scanpix.

Lêkolîn: lênêrîna psîkiyatriya edlî îptal bikin

Lênêrîna psîkiyatriya edlî bila ji cezayê derkeve. Ev pêṣniyaza lêkolîna psîkiyatrî ya dewletî ye ku ji sala 2008an ve qanûna lênêrîna mecbûrî vedikole. Halî hazir kesek ku hukmê psîkiyatriya edlî wergirtiye û tedawiya wî mîna temambûyî tê nirxandin serbest tê berdan. Lêkoler dixwazin vê yekê biguherin û pêṣniyaz dikin ku ew kes dema mayî jî wek girtî li zîndanê derbas bike.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".