Guherîna sîgortaya nexweṣiyê encam neda

Ji destpêka salê ve heta niha 14 kes dikarîne berdewam sîgortaya nexweṣiyê hebin li gorî têgeha nû ya bêhawetiyê ku ji destpêka salê ve ketiye dewrê. Ev têgeh bi armanca ku qaîdeyan nerm bike hatiye danîn, piṣtî ku rexne hatin kirin ku qaîde ne zelal in di warê berpirsyariya kasaya sîgortayê beramberî kesan de. Havîna derbasbûyî kasaya sîgortayê Försäkringskassan hesab dikir ku rewṣa 7 500 kesan li gorî têgeha bêhawetiyê bê nirxandin.

Dîrektorê sîgortayê Svante Borg dide zanîn ku ji bo ew zanibin çima hesabê dihat kirin û rewṣa heyî li hev nake, divê ew salê giṣî binirxînin lê digel vê jî ji niha de encamek heye, ew dibêje:

Svante Borg amaje bi rewṣa wan 14 kesan dike yên dikarîne berdewam sîgortaya nexweṣiyê hebin, û dibêje ev nîṣaneyek e ku li gorî têgeha nû nirxandin hatine kirin lê dikare nîqaṣ bibe bê çiqas serkeftî ye.