Wezîrê karûbarê derve Carl Bildt.

”Giring e peywendî bi Saudîyê re baș bimîne”

Wezîrê karûbarên derve yê Swêdê Carl Bildt tu astengîyan nabîne bi firotina ҁek bo Saudîyê, li gor rojnameya Dagens industri. Bildt dibêje ku pirsa derbarê firotina rokêtên li dij wesayitên bizirx ji ҁavdêrîya berhemên stratêjî ji wî re nehatîye.

Li gor wî biryara firotinê van rokêtan berîya dema wezîfeya wî hat. Lê Bildt dibêje, eger ji wî hatibaya pirsîn dê ev bazirganî ji dest bernedida.

Ew dibêje jî ku peywendîyên Swêdê bi Saudîyê re gelekî bașin û Saudîyê wekî șirketeke malbatî bi nav dike û herweha dibîne ku giring e peywendî bi rêjîma saudî re baș bimînin.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade ljud i menyn under Min lista