Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på https://kundo.se/org/sverigesradio/
Wêne: Scanpix

Breivik dixwest Swêd bingehê wî be

Bernameya telefisyona Swêdê, Uppdrag granskning dide zanîn ku planê komkujê norwêcî Anders Breivik, hebûn ku Swêdê bike cihê xwe yê bingehîn bo pêkanîna tawana xwe ya teroristî ya havînê.

Breivik name ji gelek șaredarîyên Swêdê re șand, tê de ji wan alîkarîya peydakirina ҁiftlik ango kêlgehekê xwest bo ku tê de bijî.

Șaredarîya Eda li Värmland nameya wî wergirtin. Christina Öster jî bîroya turîsma șaredarîyê behsa nameya Breivik dike û dibêje ku wî xanîyek dûr ji qerebalixê dixwest. Û pêwîstîya bi kehrebê jî ve nebû, li gor nameya wî.

Wî di nameya xwe de jî nivîsand ku dixwest kitêbekê ser borsayê binivîse, lê li gor Öster, ew ketin șikê de ji ber wê demê her divê pêwîstîya wî bi kehrebê hebe. Wekî nimûne bo girêdana internet û kombiyûterê, lê ji wê ve ku wî alerjîya kehrebê heye. Di dawîyê de xanîyek li gor daxwaza wî peyda kirin, lê Breivik peywendî bi xwedanên xanî re danenî.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".