Navenda enerjiya atomî li Oskarshamn. Foto: Mikael Fritzon/Scanpix.

Hikûmet hemfikir e li ser navendên nû

Qanûnek nû dê nayê danîn ji bo qedexekirina alîkariya dewletî bo navendên enerjiya atomî. Hikûmetê di kombûnek taybet de îro berî nîvro ev biryar da. Berî bi sê salan partiyên hevbendiya Alliansen ya bûrjûwa bi biryarek dîrokî qedexeya pêş avakirina navendên nû yên enerjiya atomî rakir. Hikûmetê wê demê got jî ku bo avakirina navendên nû dê tu alîkariya dewletî neyê dayîn, lê bûye mijara nîqaşê ka biryara wan dê çawa bê şîrovekirin. Bi biryara îro re bi zelalî tê ragihandin ku dê tu qedexe nîn be li pêşiya avakirina navendên nû.

Di nivîsara xwe ya fermî de hikûmet dide zanîn ku pêdivî bi danîna tu qanûnê nîn e li dijî avakirina navendên nukleerî yên atomî.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".