Tê texmînkirin ku bêhtir kompanî deynê bankê bikin. Foto: Anders Wiklund/Scanpix.

Demek ronak li benda aboriyê ye

Ji bo rewşa aborî çirûskên hêviyê hene. Lêkolînek bi beşdariya 150 şefên bankayên li seranserê Swêdê nîşan dide ku piraniya wan li bendê ne ku bêhtir şîrket ji wan deyn bikin. Kompaniya fînansa şîrketan Almi, ya ku anket çêkiriye û seroka wê Anna Hallberg dibêje ku bank hêvî dikin ku şîrket bêhtir sermayerazandinan bikin û ji bankê deyn bikin.

- Ev demek dirêj e ku cara yekê ye em di vê dema tarî de ronahiyekê dibînin di nirxandinên rewşa bankan de. Texmîn dibe ku daxwaziya krediyan zêde bibe û şîrket bêhtir razandin û deynan bikin, ku ev jî çirûskên hêviyê ne, Anna Hallberg dibêje.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade ljud i menyn under Min lista