Kesên mirine danîmarkî ne. Wêne: Håkan Montelius/Sveriges Radio.

Şeş kes di şewatê de mirin

Hîna jî ne diyar e ka sebeba şewata li derveyê herêma Tîdaholm ya roja yekşemê çî ye. Di şewatê de şeş kes miribûn – çar salmezin û dido zarok. Cîran berya nîvroya roja yekşemê ji şewatê hayedar bûn û dema hêza xelaskariyê hat cihê bûyerê xanî (havîngehek dûrê derdorê), bi temamî şewitîbû. Bi ya radyoya herêmî ya Skaraborgê li xanî cereyan û elektrîk nîn e. Xanî, bi sobeyeke êzingan û şomîneyek tê germkirin. Polês weke rutînek lêpirsîneke kuştina bi şewatê daye destpêkirin lê tu şikek di vî warî de tuneye. Li gorî agahiyan hemû kesên mirin e, ji Danîmarkayê ne.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade ljud i menyn under Min lista