Tacirên mirovan hîn kesan mecbûrê parsekiyê dikin. Têkiliya zilamê di wêne de eleqa xwe bi mijarê nîn e. Wêne: Leif R Jansson/Scanpix.

Cezakirina tacirên însanan zehmet e

Di derbarê tacirîya însanan de çend doz li Swêdê têne meşandin. Lê ji ber ku zehmet e tewan îspat bikin û mexdûran îknayê şahidiyê bikin, heta niha kem kes ceza wergirtine.

- Ji bo doz li hemberî tacirên însanan qezenc bikî pêwîst e tu seranserê zincîra bûyerê bê kêmasî deynî û îspat bikî ku ew însan hatine îstismarkirin. Heger helqeyeke zincîrê têk biçe wê demê dawe dikeve, dibêje Christina Voight, ji Daîreya navnetewî ya dozgeriyê.

Taciriya însanan bi armanca fuhûş, destvekirin, dizî û xebitandina di bin şertên koletiyê de tê kirin. Piraniya caran mexdûrên tacîran ji nav şertên giran tên û ji hêla aborî ve bi taciran ve girêdayî ne. Ji ber vê yekê zehmet e ku mexdûran îknayê şahidiyê bikin.

Nûçeyên radyoya Swêdê dozên ji sala 2010’an ve di çav re derbas kirine. Ji 32 daweyan 19 hatine betalkirin. Di 7 ji daweyan de bersûc hatine berat kirin. Tenê di şeş dozan de bersûc ceza wergirtine. Lê di dido ji van dozan de bersûcên ceza wergirtine di îtiraza xwe ya ji bo dadgeha îstînafê de bi ser ketine.

Christina Voight li daireya navnetewî ya dozgeriyê weke dozger kar dike:

- Ji bo doz li hemberî tacirên însanan qezenc bikî pêwîst e tu seranserê zincîra bûyerê bê kêmasî deynî û îspat bikî ku ew însan hatine îstismarkirin. Heger helqeyeke zincîrê têk biçe wê demê dawe dikeve, dibêje Christina Voight.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade ljud i menyn under Min lista