Sedî sêzdehê xebatkarên daîreyê tada dibînin.

Karmend hedefa lêdan û gefan in

Li gorî anketeke hemkaran ya li Daîreya Koç, Migrationsverket, hatiye çêkirin, ji sedî 13’ê wan 2 230 xebatkaran radighînin ku ew di nav sala dawî de li ser karê xwe bûne hedefa lêdan û gefan. Li ser pirseke din ji sedî 5’ê 1857 xebatkaran dibêjin wan giliyê wê lêdan û tehdîta ku jê re bûne hedef nekirine. Sedî 4’ê xebatkaran jî radighînin ku wan ji ber lêdan û tehdîtan ji karbidest tu alîkarî û piştgirî negirtine. Seroka sendîka xebatkarên dewletê ST Anette Carnhede dibêje sedema tundetûjiyên li hemberî xebatkaran ew biryarên tund in ku karker didin. Bi ya wê siyasetvan bêxem in û biryarên wan yên ne zelal dibe sedema nakokîyan. Ev jî xebatkarên wî meqamî di çavê xelkê de dike hedef, bi ya Anette Carnhede ji sendîka ST.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".