Anders Borg dixwaze derfeta bikaranînan alîkariyên cûda yên ser hev kêm bike. Wêne: Conny Sillén/Scanpix
ANDERS BORG

Alîkariya ji bo biyaniyan divê kêm bibe

Hikûmeta Swêdê pîlan dike ku derfeta biyaniyan ya lihevanîna alîkariyên aborî yên cûda kêm bike. Vê yekê wezîrê aborî û fînansê Anders Borg di Hevpeyvîna Şemiyê ya radyoya Swêdê de ragihand.

Bêkariya di nav kesên li derveyê Swêdê hatine dinê gelekî zêde ye û bi armanca ku biyanî leztir têkevin nav bazara kar pêdivî bi destek û qaîdeyên tundtir hene. Ev rêbazek, ji wergirtina alîkariya aborî, baştir e - dibêje Anders Borg.

Wezîrê fînansê rewşa îro wiha îzah dike:

- Mirov dersa zimanê swêdî ya ji bo biyaniyan SFI, dixwîne, û piştre pareyê îzna dê û bavîtiyê werdigire, piştre perwerda salmezinan, grundvux, dixwîne û pê re pareyê xwendinê, alîkariya sosyalê û alîkariya xanî werdigire. Ev jî dibe sedem ku ew dikarin demeke dirêj li derveyê bazara kar bimînin, bi ya Anders Borg.

Yek ji gelek pêşniyazan ku niha tê nîqaşkirin li ser çawa kêmkirina derfeta jinên biyanî ya wergirtina pareyê dayîktiyê ji bo zarokên mezin e.

Jimarek zêde jin gelek salan ji bo zarokên xwe yên mezin pareyê dayîktiyê werdigirin û ji ber vê jî nikarin li SFI dersa zimanê swêdî bixwînin.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".