Destûrên karkirinê bi sedî 20 zêde bû

Di sêmeha yekem ya îsalîn de jimara destûrên karkirina li Swêdê bi sedî 20 zêde bû. Piraniya kesên destûr werdigirin xwedî xwendneke bilind in û ji aliyê şîrketên swêdî ve hatine vexwendine. Lê di wan branşan de ku qaîdeyê tund li ser wan hatiye danîn dayîna destûra karkirinê kêm bûye, weke sektora restorantê. Jimareke mezin ji wan 3 833 kesên destûra karkiran li Swêdê wergirtine pisporên datayê, teknîsyen, muhendis û mîmar in û ji welatên wekî Hîndîstan, Çîn û Ukrayanayê tên.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade ljud i menyn under Min lista