Wêne: Claudio Bresciani/Scanpix

Sendîka hişyarîya greva piştgiriyê dan

Sendîka Kommunal ya girêdayî konfederasyona LOyê li hemberî şîrketên lênêrîna nexweşan Frösunda, Human Assistans û Olivia hişyariya pevçûnê da. Pevçûn li derbarê destheqa (maaşê) asîstanên şexsî de ne. 15 300 xebatkarên van her sisê şîrketan heye û ji 20 nîsanê û pê ve dê girtina karkerên nû were rawestandin. Astengkirina sendîkayan her weha li dijî karkerên yêdek in jî. Sendîka daxwaziya bilindkirineke maaş ya 960 kronî dikin.

Li hêla din sendîkaya karkerên înşaatê Byggnads jî bi armanca piştgiriya greva xebatkarên sendîka sektora kirîn û firotinê Handelsê hişyariya grevê dan. Byggnads hişyariyê da ku dê 400 xebatkarên wan li 11 kargehan ji 20 nîsanê û pê ve têkevin greva piştgiriyê.

- Ji bo me tişteke gelek xwezayî ye ku em mil bidin ber jin, hevjîn, keç û hevalbendên xwe yên ji bo maaşeke wekîhev têdikoşin, got sekreterê peymanê yê Byggnads Torbjörn Johansson.

Her weha sendîkayên xebatkarên kaxizê Pappers û ya boyaxciyan Målarnas fackförbund jî piştigiriya xwe diyar kirin û ewê jî grevê bikin.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".