Hulîgan divê ji arenayên sporê werin dûrxistin. Wêne: Scanpix

Herraqên sporê fîş bikin!

Hemû herraqên sporê yanî hulîganên, ceza wergirtine fîş bikin û nehêlin ew zêdeyê 150-300 metre nezî arenayên sporê bibin. Vê pêşniyazê midûrê gîştî yê berê yê polês, walî Björn Eriksson, di beş-rapora xwe de dinivîsîne ku îro pêşkêşî hikûmetê kir.

- Ew kêm kesên em behsa wan dikin ji bo bi polês re û bi hev re şerê bikin diçin arenayan. Ew bîra vedixwûn û piştî maçê careke din diçin derve û tevlîheviya peyda dikin. Ji ber vê yekê divê meriv sînorek deyne ku ew nêzî arenayên sporê nebin, her wekî mirov sînor mesafeyê datîne ji bo zilamên ku li jinên xwe didin, dibêje Björn Eriksson.

Bi ya Björn Eriksson mirov di qada netewî de divê qeydek çê bike û hemû van kesên ji ber pevçûnan li derve hatine hêştin li wir fîş bike. Îro li dora stadyûm û arenayan nobedar û polês hene. Ew dikarin di saya van qeydan de herraqan, yanî hulîganan nasbikin û nehêlin ew nêzî cihên sporê bbin. Björn Eriksson 30 pêşniyazên lêkolîna xwe îro di rûpela nîqaşê ya rojnama Dagens Nyheter de rêz kirin.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".