Doza tecawizê de cezayên giran

Şeş kesên li wargeheke penaxwazan ya li Mariannelund a Smålandê tecawizê jinek kiribû îro ji dadgehê cezayên giran girtin. Dido ji bersûcan ji ber tecawizagiran bi şeş sal û nîv, û çar kesên din jî bi şeş sal cezayê girtîgehê gritin, ji ber ku temenê wan biniya 21 salî ye. Yek ji bersûcan jî ji ber têrnekirina delîlan berat kir.

Wan kesên ceza xwarine dê piştî berdana ji girtîgehê jî ji bo 15 salan ji sînorê Swêdê werin derkirin.Dadgehê her weha hukum kir ku kesên ceza girtine bi hev re tezmînatek 475 hezar kron bidin jina mexdûr.

Li gorî heyeta dadgehê di derbarê kesên ceza girtine de hem gelek delîlên DNA hebû û hem jî jina tecawiz lê bûye van zilaman teşxîs kiriye.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".