Polês, dozger, dadgeh ne hêjayî parê xwe ne

Encûmeniya pêşîlêgirtina tewanan (BRÅ) dê li ser wan pareyên ekstra ku hikûmetê dabûn polês lêkolînê bike, radighîne rojnama Svenska Dagbladet. Encûmenî dê analîzek bike ka polês van pareyan bi çi awayî bikar anî ye.

Daîreya muhasebeyê ya netewî di lêkolînek xwe de ragihandibû ku gelek ji lêpirsînên polês bê encam dimînin, kêm tewan çareser dibin û mehkemekirin tên betalkirin.

Butçeya ji bo sîstema darezandiniyê ya Swêdê di navbera salên 2003 ta 2010 ji 24.5 milyarî bilindkirin 36 milyar kronî. Lê Daîreya muhasebeyê ya netewî di rapora xwe de nivîsandibû ku wê pareyê zêde xebata polês, dozger û dadgehan bêtir efektîf nekiriye.

Hikûmet ji Encûmeniya pêşîlêgirtina tewanan daxwaz dike ku herî dereng 1 hezîrana sala pêş me rapora xwe ya yekem pêşkêş bike.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".