Lîseyên Jan Bauer şagirt baş perwerde nakin

Çend ji dibistanên lîseyê yên Jan Bauer-gymnasier ji ber kêmasiyên di perwerdekirinê de bi rexneyên giran re rûbirû ne. Li gorî lêkolîneke Mifetîşiya dibistanan jimareke zêde şagirt nagîhîn asta bingehîn ya mafê xwendina li zaningeh û dibistanên bilind.

Mifetîşiya dibistanan li ser neh dibistanên lîseyê yên di bin berpirsiyariya şîrketa Ultra Education i Norden AB de lêkolîn meşandiye û li wir dîtiye ku gelek şagirt bêyî ku ji tu dersî nota serkeftî (yanî godkänd) wergirin li wê dibistanê dixwînîn.

Anders Mebius, şefê perwerde û kalîteyê li şîrketa JB-education, ku xwediyê şîrketên John Bauer in, xwe ji rexneyan naveşêre. Ew qebûl dike ku problemên wan hene û sozê dide ku bo şagirt karibin notên baş wergirin ewê perwerdeyê baştir bikin.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".