Biyanî dikarin bibin gundî

Dê bêtir kesên biyanî karibin di karê cotkariyê yê li herêma Upplandê kar bikin. Di saya projeyeke Federasyona cotkaran de rêvebiriya Uppsalayê biryar da ku milyonek û 600 hezar kron bide projeyê. Her sal dê navbera 8 ta 10 kes karibin tevlî projeyê bibin.

Di çarçova projeyê de heşt zeviyên ekolojîk dê hewl bidin mehsûlên li Swêdê tune ne biçînin. Navbera 30-40 mehsûlên cûda dê werin çandin. Weke mînak dê bamîye were çandin, ku bêtir li Rojhilata Navîn û li başûrê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê tê çandin. Rêvebirên projeyê dibêjin li ji bo van mehsûlan li Swêdê bazarek heye.