Rojnama Jylland Posten ji ber çapa karîkatûrên Hz. Mohammed hedef bû. Wêne: Niels Hougaard/Scanpix

Doza terorê ya li Danîmarkayê destpêkir

Îro darezandina çar hemwelatiyên swêdî yên şik ji wan tê kirin di kanûna 2010’an de pîlana êrîşeke terorî li hemberî rojnama Jyllands Posten kiribûn li Kopenhagenê destpê dike.

Tevî ku ev ceribandina şeşemîn ya sûîqesta li dijî Jyllands Posten û neqaş Kurt Westergaard ya di dadgeheke danîmarkî tê darezandin e, bi ya serdozger Gyrithe Ulrich ev ya herî cidî ya heta niha ye.

Bi ya serdozger Gyrithe Ulrich ev sûîqesta herî cîdî bû ji ber ku ji pêkhatina wê re demeke gelek kêm mabû.

Sisê hemwelatiyên swêdî di meha kanûna 2010’an de li malekî li Kopenhagenê hatibûn girtin. Polêsên swêdî û danîmarkî demeke dirêj taqîbata wan kiribû. Mirovekî çarem jî pişt re li Swêdê hatibû girtin.

Li mala ku ev kes hatin gitin çek û 20 hezar dolar hatibûn dîtin. Her weha di otomobîlek de jî ku wan kirêkiribûn çend sîlah hatibûn dîtin. Her weha gelek bantên zeliqandinê jî hatibûn dîtin û li gorî şîrova polês wan kesan her weha pîlana girtina rehîneyan jî kiribûn. Li gorî polês, wê roja ku zilam hatibûn girtin, wan dê sûîqesta li dijî redaksiyona rojnameyê pêk bianiyan

Sedemê pîlankirina sûîqesta li dijî Jyllands Posten ew bû ku rojnameyê di sala 2005’an de karîkatûrên Hz. Mohammed çapkiribûn.

Delîlên sereke yên dozger guhdarîkirina nehênî ya telefonê û mala li Danîmarkayê ne.

Yek ji wan zilamên doz lê hatiye vekirin dido carên din jî li derveyê welat bi şika tewana karê terorî hatiye girtin. 

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".