Zarok û ciwan dê li gorî modela girtîgehê karibin werin sahkirin. Wêne: Jessica Gow/Scanpix

Hikûmet dixwaze zarok bên sahkirin

Zarok û ciwanên ku lênêrîna wan li saziyên dewletî tê kirin, bêyî şikek taybetî û bêyî ku di jûrnalên wan de were belgekirin, dê ser wan karibe were sahkirin. Hikûmet, vê yekê, di pêşniyaznameyeke nû ya qanûni de dixwaze û modela girtîgehê weke mînak digire.

Lê Ombudsmanê Zarokan, Fredrik Malmberg, pêşniyaz bi tundî rexne dike û dibêje heger şerta belgekirin ji holê rabe, dê bi tu awayî nikaribe were kontrolkirin ka personel karê xwe bi rêk û pêk dike an na.

Ew her weha balê dikşîne ser aşkerekirinên nûçeyên radyoya Swêdê yên li ser ka îzolekirinên li xaniyên ciwanan çawa hatine îstîsmarkirin û weke cezakirinek hatine bikaranîn. Û ev aşkerekirin di saya belgekirinan de mumkun bûbûn.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".