(M) naxwaze jêdera pareyên partiyan diyar be

Sosyaldemokrat Partiya Moderat sûcdar dike ku xebata ji bo çêkirina qanûneke di warê alîkariya aborî ya ji bo partiyên siyasî de frên dike. Sosyaldemokrat bi pêşniyaznameyek daxwaz dikin komîsyonek ku dikare agahiyên li dervarê alîkariya partiyan de amade bike were saz kirin. Di halî hazir de grûbek heye ku sekreterên partiyên li parlamentoyê li ser vê amadekirina pêşniyaznameyeke qanûnê kar dikin.

- Lê heta niha tu pêşkeftinek çênebûye ji ber ku Moderat xebatê frên dikin, dibêje Morgan Johansson (S) ku serokê komîsyona hiqûqê ya parlamentoyê ye.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade ljud i menyn under Min lista