Cezayê giran ji bo tacirên mirovan

Dozger ji bo wan şeş zilamên romanyayî yên bi şika bazirganiya mirovan ya herî mezin li Swêdê têne darezandin gelek sal cezayê zindanê dixwaze. Ji zilaman şik tê kirin ku wan 11 jinên romanyayî neçar kirine ku li bajarê Göteborgê laşfiroşiyê bikin. Ji bo dido ji zilaman ku dozger bawerin serkêşîya tewanê kirine heşt sal cezayê girtîgehê dixwaze. Ji bo didoyên din şeş û yên din jî çar sal cezayê zindanê dixwaze.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade ljud i menyn under Min lista