Sosyaldemokrat bi pêş dikevin

Pêşkeftina partiya Sosyaldemokrat her berdewam e. Di lêkolîna dawî ya hilbijêran ya şîrketa SIFOyê de Sosyaldemokrat dengên ji bo xwe bi sedî 3.1î zêde kirine û niha piştgiriyeke wan a ji sedî 36.8î heye. Ji meha çile ve piştgiriya bi sosyaldemokratan bi gîştî sedî 12.2 zêde bûye.

Bi vî re ferqa navbera hikûmet û muxelefetê jî bi sedî 8.9î di lehê partiyên sorekesk de zêde bûye. Ferqa piştgiriya partiyên din gelekî kêm e. Û tenê pêşkeftina sosyaldemokratan ji hêla îstatîsîkî ve ewle ye. Li hêla din, Xiristiyanên demokrat bi zêdekirineke ji sedî nîvî, bi zorê, ji sînorê ketina parlamentoyê ya ji sedî 4î derbas dikin. Ev pîvandna SIFOyê îro di rojnameyên Svenska Dagbladet û Göteborgs-Postenê de hat çapkirin.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".