Şefredaktorê Expressenê Thomas Mattsson yek ji bersûcan e. Wêne: Leif R Jansson/Scanpix.

Expressen li pêş dadgehê

Îro doza li hemberî nûçegihaneke rojnama Expressenê li dadgeha destpêkî ya bajarê Malmöyê destpêkir. Nûçegihan sala çûyî li Malmöyê tebanceyek kirîbû, bi armanca ku ji bo xwendevanên xwe nîşan bide ka çiqas hêsan e mirov li wî bajarî sîlehek îllegal bikire. Nûçegihan bi sûcê kirîna çek tê tewanbar kirin, û di vî derbarî de her weha li şefredaktorê Expressenê û şefê nûçeyan jî ji ber alîkariya tewanbariya çekan doz hatiye vekirin. Her sisê kes jî sûc înkar dikin. Nûçegihanê Expressenê yekser piştî kirîna çekê wê teslîmê polês kiribû.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".