Biryara ji bo kesên bê kaxiz nayê pêkanîn

Qaîdeyên nû yên Yekîtiya Ewrûpayê dê karibe pêşî li ber îstîsmara karkerên bêkaxiz bigire. Lê tevî zextên ji Komîsyona Ewrûpayê Swedê hîna jî van şert û qaîdeyên nû bicîh neanîne. Dîrektîfa Yekîtiya Ewrûpayê - ya ku gerek bû ji tîrmeya sala çûyî ve têketa pêkanînê - karbidestên ku kesekî bê destûr didin xebitandin ceza dike.

Li gorî van qaîdeyên Yekîtiyê gereke karbidestê ku kesekî bêdestûr dide xebitandin cezayê pare bide û her weha maaşê karkerê daye xebitandin, jî bide.

Her weha şîrketek dikare were cezakirin jî heger ku şîrketa taşeron ya pêre hevkariyê dike kesên bêdestûr dide xebitandin.

Lê hetanî niha ev şert û qaîde nehatine pêkanîn. Bi ya hikûmeta Swêdê direktîfa Komîsyona Ewrûpayê gelekî tevlîhev e.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".