Sala par SOS barnbyar bi tevahî 264 milyon kron berhev kir. Foto: Christine Olsson/Scanpix.

Ji her demê bêhtir bexșxwazî

Ji her demê bêhtir șîrket û kes pereyan bexș dikin. Li gorî SOS barnbyar ya ku yek ji mezintirîn rêxistinên xêrxwaz e li Swêdê, hejmara șîrket û kesên ku zêdeyî 100 000 kron bexș dikin duqat bûye ji sala 2008an ve. Li gorî SOS barnbyar șîrket hewl didin ku bêhtir bi berpirsyarî tevbigerin û ev e sedema zêdebûna bexșxwaziyê. Bandora bexșxwazên navneteweyî mîna Bill Gates jî bandor li xelkê dike.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".