Piștgiriya partiya sosyaldemokrat (S) zêde dibe

Partiya sosyaldemokrat Socialdemokraterna her diçe encamên baștir werdigire di lêkolînên raya giștî de. Li gorî pîvana dawî ya Expressen û Demoskop ji nîsanê ve baweriya bi partiyê bilind bûye û eger îro hilbijartin bûya dê sosyaldemokratan 35,5 ê dengan wergirtan. Li gorî hejmaran partiyên sorekesk bi hev re %51,4 û hevbenda bûrjûwa jî dê %43 ê dengan wergirtan. Lê di warê statîstîkî de tenê encamên ewle yên partiya demokratên Swêdê Sverigedemokraterna ne, ku daketine %4,6 û ango îro hilbijartin bûya dê bend derbas nekiran.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".