Partî destekê ne li gor qaîdeyan bi kar tînin/ Foto: Scanpix

Bila partîyên sîyasî desteka xwe rapor bikin

Partîyên sîyasî wê bên mecbûrkirin ku rapor bikin bê ew desteka ji wan re diçe çawa bi kar tînin.. Ev pêşnîyaz îro ji alîyê komeke lêkolînê ve tê kirin. Sedem bi raya wan ew e ku gelek pereyên ku beledî û wîlayet ji bo xurtkirina demokrasîya herêmî distînin ji bo sîyaseta giştî ya welêt tê bikaranîn. Berpirsê koma lêkolînê Stig Nyman e ji Demokratên Xiristîyan.

-       Em dixwazin mirov salê carekê rapor bike bê desteka partîyê çawa hatîye bikaranîn, da pere ji bo armancên ku di qanûnê de tê destnîşankirin bê xerckirin.

Koma lêkolînê herwiha pêşnîyazek din jî dike. Ew dibêjin eger endamên partîyekê li beledîyekê kêm bibin, yan cîyen vala hebin divê destek jî bê kêmkirin.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".