Wêne: Parlamentoya Swêdê
CARL BILDT

PKK û Tirkiye gereke vegerin muzakereyan

9:36 min

Rojnamevanên girtî li Tirkiyê û pirsa kurdî duh li parlamentoya Swêdê bi beşdariya wezîrê karê derve Carl Bildt re hat nîqaş kirin. Çend parlamenterên ji partiyên cûda girtina nêzî 100 rojnamevanan li Tirkiyê û şerê bi kurdan re anîn rojevê û ji Carl Bildt pirsayarkirin ka ew di danûstendinên xwe yên bi Tirkiyê re û li Yekîtiya Ewrûpayê van pirsan çawa tîne rojevê.

Lê piştî ku Carl Bildt di dido axaftinên xwe yên ewil de ji bersivdana vê pirsê reviya parlamentera partiya kesk Bodil Ceballos aciziya xwe wiha anî ziman:

– Min ji Carl Bildt pirsiyar kir ka ew ji bo balê bikşîne ser vê rewşê difikire çi bike, lê ew ji min re pêvajoya reforman ya li Tirkiyê îzah dike… Ez dixwazim zanibim ka wezîrê karê derve di axaftinên xwe yên bi hikûmeta tirk re van pirsan çawa tîne rojevê û di qada Yekitiya Ewrûpayê de vê meselê çawa pêşkêş dike. Ez naxwazim bibîhîzim ka kesên din çi dikin, got Bodil Ceballos.

Belê, nîqaşa li meclîsa Swêdê li ser daxwaziya Bodil Ceballosê ji Partiya Kesk, Fredrik Malmê ji Partiya Lîberal, Emîne Kakabaveha ji Partiya Çep û Desirée Petrus a ji Xiristiyanên demokrat pêk hat.

95 rojnamevan li Tirkiyê girtî ne

Pirsa sereke, girtina rojnamevanan bû. Bodil Ceballos got 95 rojnamevan îro li Tirkiyê girtîne û ji sedî 70yê vana rojnamevanên kurd in. Fredrik Malm jî balê kişand ser raporên Rêxistina Hevkarî û Ewlekariya Ewrûpayê ku li Tirkiyê ji bo rojnamevanekî 3000 sal cezayê girtîgehê tê xwestin û got Tirkiye di girtina rojnamevanan de, ji Çînê jî xerabtir e û xwediyê rekora cîhanî ye:

– Swêda ku dostê endametiya Tirkiyê ya Yekîtiya Ewrûpayê ye gereke di warî de gelekî zelal be. Ev helwest nikare were qebûlkirin got Fredrik Malm.

Carl Bildt di axaftina xwe de got li Tirkiyê gelek reformên baş çêbûne û li kêleka pêşkeftinan van salên dawî hîn paşveçûn jî hene. Lê bi ya Carl Bildt sedema girtina ewqas zêde rojnamevanan ew e ku Tirkiye qanûna terorîzmê gelekî fereh şîrove dike.

Muzakereyên bi YE re dikare rewş baştir bike

Lê bi ya Carl Bildt sedemê vê jî ne hikûmeta AKP ya ser kar e lê belê qanûna bingehîn ya kevin û sîstema hiqûqî ya Tirkiyê ya ji dema otorîter e. Bi ya Carl Bildt çareya vê yekê ew e ku Yekitiya Ewrûpayê gavek zû bi Tirkiyê re muzakera ser beşa 23 veke. Tirkiyê hetanî niha bi Yekîtiyê re li ser çend beşên şertên endametiyê muzakere kiriye û niha gereke gavek zû beşa 23’an were muzakerekirin. Beşa 23’an li se mafên mirovan, sîstema dadmendî û bicîhkirina mafên mirovan û mafên azadiyê li qanûnan e.

– Hetanî niha muzakereyên yekser bi Tirkiyê re yên di warê sîstema hiqûqî û mafên mirovan, yên di çarçova beşa 23’an, nikarîbûye destpê bike. Dema hemû welatên endam biryarê bidin ku muzakereyên li ser beşa 23’an destpê bike wê demê emê karibin di têkiliyên bi Trikiyê re bala xwe bidin ser pirsên dewleta hiqûqî. Swêd ji bo vê yekê kar dike, got Wezîrê karê derve Carl Bildt.

Beşa 23'an

Bodil Ceballos a ji Partiya Kesk got muzakerekirina beşa 23’an ya ji bo endametiya Tirkiyê ya Yekîtiya Ewrûpayê weke mebestek tê nîşandan ji bo ku di sîstema hiqûqî û mesela mafên mirovan de gav navêjin û balê kişand ser dîplomatek tirk ku vê yekê di hevdîtina bi komîsyona karê derve ya parlamentoya Swêdê re anîye rojevê. Bodil Ceballos, dîsa:

– Wî jî (yanî dîplomatê tirk) jî behsa beşa 23’an kir. Wî xwest ji me re bibêje Tirkiye nizane ka em ji wan çi dixwazin. Heger hun vê beşê venekin wê demê emê jî ti tiştek nekin. Lê gereke mirov fam bike mesele pirsa mafên mirovan e û ev ji demeke dirêj ve heye, û ji bo Tirkiyê jî derbas dibe, got Bodil Ceballos(MP).

Girtina rojnamevanan û girtina bi hezaran siyasetvanan ne tiştek ji ber xwe ve dibe.

- Girêdaneke xurt ya binpêkirina mafên mirovan û pirsa kurdî heye. Di rêza gavên biçûk yên bi pêş ve de gavên mezin bi paş ve hatine avêtin got Fredrik Malm(FP).

Îmralî Guantanamoyek nû ye

Emîne Kakabave ji Partiya Çep balê kişand ser wê alîkariya dewletî ku Swêd dide projeyên li Tirkiyê ji bo ku jin karibin di nav siyasetê de çalak bibin. Lê Kakabaveh got: ji aliyek ve em pare didin û ji hêla din ve Tirkiye van jinên jêhatî yên ketine nav siyasetê davêje zindanan, jinên hilbijartî ku sedhezaran dengên hilbijêran wergritine.

Emîne Kakabaveh ji Carl Bildt pirsiyarkir ka ewê ji bo wan bi hezaran siyasetvanên girtî yên kurd çi bike. Wê her weha daxwaz jî kir ku tecrîta li ser serokê girtî yê PKKê Abdullah Öcalan were rakirin û şertên ew têde dijîn weke Guantanamoyek nû bi nav kir.

Vegerin ser masa hevdîtinê

Bi ya Wezîrê karê derve Carl Bildt rewşa li Tirkiyê havîna sala çûyî bi têkçûna hevdîtinên navbera PKK û îstixbarata tirk ya li Norvecê xerab bû. Carl Bildt dibêje:

– Kesên şerxwaz van hevdîtinan bi dawî kirin û bêtir ji aliyê PKK ve. Gereke em vê rêçûnê rawestînin û herdû alî jinûve dest bi hevdîtinan bikin, got Carl Bildt. Û pirsa Öcalan jî di vê çarçoveyê de weke pirseke nakok û kontroversiell tê rojevê. Lê em ên ku derveyê vê pirsê ne gereke dîqet bikin û fikrekî fermî bilêv nekin. Ew serokek terorîst e û hukûm xwariye. Lê elbet di pêvajoyeke lihevhatinê de gereke hîn gavên ne konvansiyonel jî karibin werin avêtin, û hikûmeta tirk vê yekê di wan hevdîtinên girtî de nîşan daye.

Tevî ku PKK û PYDê di şerê navxweyî yê li Sûriyê de helwesteke bêalî deklare kiribin jî Carl Bildt her weha îddîa dike ku rewş dikare aloztir bibe:

– Ji ber ku PKK li Suriyê piştgiriyê dide rejima şamê û ev ji çareseriya pirsê re nabe alîkar, dibêje Carl Bildt.

Fråga
Grunden i vår journalistik är trovärdighet och opartiskhet. Sveriges Radio är oberoende i förhållande till politiska, religiösa, ekonomiska, offentliga och privata särintressen.
Du hittar dina sparade ljud i menyn under Min lista