Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på https://kundo.se/org/sverigesradio/

Keҁên genc bêdilê xwe mecbûrî seks dibin

Ji deh keҁan yek di lîseyê de carekê ji caran yan mecbûr yan jî qane bûye bêdilê xwe tevlî têkilîyeke cinsî bibe. Di nêvîyê caran de, yê tawankar kesekî hemtemen e û bêhtirê caran kesekî nas e ji dibistanê yan jî ji hevalan e. Lêkolîneke nû ji zanîngeha Linköping vê yekê diyar dike.

Carl Göran Sveding profesorê ware psîkolojîya zarok û ciwanan bi vê lêkolînê rabûye. Ew ji televîzyona Swêdê, Svt re dibêje ku rewș zehmetir dibe bo keҁan eger yê tawankar kesekî hemtemen be.

-Axaftin hêsantir e eger ew kesa ne ji dibistanê be, eger ji derve be. Wê demê mirov karê piștgîrîyê werbigire. Lê eger bûyer li hawîrdoreke nêzîk be, wê demê dibe astengî û pirs tê hole, bê wê ji kê bawer bikin? Û axaftinên din derdikevin, wekî nimûne ku sûcê keҁê ye ya cilên taybetî li ber dike yan jî ku wê yê tawankar teșwîq kirîye. Ev ҁend nimûne ne, li gor Sveding.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".