Swedfund rê li ber pêșveҁûnê digire

Hukûmet kêm kar dike bo rawestîna reva sermayeyan ji welatên ku dewlet yarmetî di wan de razandîye. Ҁend rêxistinên pêșvebirinê vê yekê di raporeke nû de îda dikin. Acton aid, Rädda barnen, Svenska Kyrkan û ҁend rêxistibnên din siyseta hukûmetê bo pêșketina global ҁavdêrî kirine û geheștine vê encamê.

Yek ji dezgehên yarmetîyê yên rexnekirî, Swedfund e, ya beșê nûҁeyên radyoya Swêdê, berîya nuha, sermaye razandinên wan li Sierra Leone, ya bûn sedama kêmhebûna avê û birҁîbûnê nav cotkarên û gundîyên hejar de, ҁavdêrî kirîye.

Ji bilî vê yekê, ev rapora nû diyar dike ku Swedfund pere di șirket û fonên di welatên bi behștên bacê hatine naskirin, razandine. Hîna di 2009 de Riksrevisionen, ango beșê ҁavdêrîkirinê yê serbixwe di parlamanê de, rexne li vê astengîyê kir. Wê demê rawestînek sermaye razandinê bo Swedfund e hate danîn.

Lê nuha dema hukûmet dîrektîfên nû yên xwedîyî da Swedfund, ew rawestîn hate rakirin. Annika  Jacobson șefa kampanyayê ye li Action Aid:

-welatên pașdemayî gelekê caran peran ji dest dibin, bi gelekî bêhtir ji yarmetîya komkirî ya temamê cîhanê ji ber revên bacan û planên bacan yên șirket pê radibin.

Lê wezîra yarmetîyê Gunilla Carlsson rexneyên li hukûmetê dibin ji vî warî ve red dike û dibêje û

-Me ev yeka di agahdarîyên xwedîyî de zelal kirîye ku divê sermaye razandin divê li gor qaîdeye û prînsîpên navneteweyî bin bo pererazandinên berpirsîyarîdar.

Nuha divê sermaye razandinên Swedfunf li gor qaîdeyên OECD  bin.  

 

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".