Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på https://kundo.se/org/sverigesradio/

Nelihevî di lêhûrnerîna Lundin Petroleum de

Îro șirketa Lundin Peroleum komcivîna șirketê li dar dixe, ya têde lêkolîneke serbixwe derbarê awayê rol lîstina șirketa petrolê,  berîya nuha li Sudan û Etiyûpîyayê hatîye daxwaz kirin.

Folksam ya xwedan %1,2 ji hiseyan di Lundin Petroleumê de ye, dixwaze ku ev lêkolîn bersiva pirsa derbarê eger șirket li gor koda reftarîya xwe kar kiribe yan na, lê șirket vê mercê qebûl nake û dinirxîne ku lêkolîneke bi vî awayî bersivên zelal nade.

 

Carin Lundberg Markow berpirsîyara xwedîyî li Folksam ,di bernameya P1 morgon ya radyoya Swêdê wisa got:

-Bi dû re agahdarîyên cuda yên zêde zehmet eșkere bûn û ji ber vê yekê jî em dibînin ku dê baș be, eger agahdarîyên îsbatkirinê nîșan bikin yên șirket argumentên xwe ser ava kirine , û wan bi awayekî serbixwe û zelal tesdîq bikin.

Fona AP ya yekem birîyar dane ku dengê xwe nedin lêhûrnerîneke bi vî awayî û AMF, li gor ҁapemenîyên cuda dê dengê xwe daxîne.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".