Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på https://kundo.se/org/sverigesradio/
Gelek karbidest ji wergirtina subvansiyon û alîkariya aborî ne hayedar in. Wêne: Jessica Gow /Scanpix.

Daîreya karî li derîyê şîrketan dide

Daîreya karî şîrket û karker li hev tîne
5:40 min

"Heger kar nayê Daîreya karî wê demê gereke Daîreya karî biçe cem kar…" Ev fikra projeyekê ye ku li taxa Spånga-Tensta ya li Stockholmê tê meşandin. Xebatkarên Daîreya karî ji bo peydakirina karên nû li deriyên şîrketan didin.

Ev ji bo lihevanîna kesek bêkar bi karekî rast re metodek baş e, bi taybetî jî ji bo wan kesên biyanî yên bêkar, dibê Mahad Malingur xebatkarê daîreya karî ye û bahs dike ka hemkarên wî çawa dixebitin:

– Em dibêjin ”va em tên, em ji Daîreya karî tên”. Em bi devek biçûk û çavên mezin diçin cem şîrketan, yanî em li wan guhdarî dikin. Dema mirov li kargehekê ye mirov hîs dike ka li wir atmosferek çawa heye. Mirov pirrengîyê dibîne, wezîfeyên cûda yên xebatê û jîngeha karî. Dema em ji aliyê Daîreya karî ve di derbarê şîrket û kargehan de xwedî agahiyek baş in wê demê karbidest jî dikare bi me bawer be ku em ê ji bo wan xebatkarekî baş peyda bikin, dibêje Mahad Malingur.

Daîreya karî ji encama metoda nû ya li derîxistina şîrketan razî ye. 10 karên nû, ewqas cihên pratîkê û çend têkiliyên bi karbidestên dixwazin karker bigirin kar di saya vê rêbazê de çêbûne.

Niyeta daîreya karî ew e ku xwe bigihîne wan ji sedî 80yî karan ku bêyî werin anonskirin bi danûstendinên şexsî têne peydakirin. Xebatkarên Daîreya karî bi lêdana deriyan hewl didin bi şîrketan re li ser pêdiviyên niha û pêşerojê nîqaşê bikin. Ew her weha agahî jî didin şîrketan ka Daîreya karî çawa dikare maaşên karkerên nû subvanse bike. Di saya vê rêbazê de hem karên li cihên wekî restorantan hatine peydakirin û hem jî karên nasnameyî, yên weke dermannasîyê.

Ji sedî 85ê wan kesên li herêma Spånga-Tenstayê weke bêkar hatine qeydkirin mirovên biyanî ne. Ji ber vê yekê daîreya karî di destê yekem de bala xwe dide ser wan karbidestan ku dixwazin li kargehên xwe pirrengîtiyê çêbikin. Mahad Malingur hêvî dike şaredariyên din jî wan weke mînak bigirin.

– Piraniya caran em giraniya xwe didin ser xuyakirina bêkarek xwedî kompetensa rast û her weha karbidestek rêkûpêk. Wê demê mirov dikare encamek baş bigire. Lê ev ferz jî dike ku gereke ez bi xwe wê şîrketê, wê kargehê baş nas bikim. Gereke ez zanibim ev şîrketek baş e û li wir cûdakarî nayê kirin. Her weha gelek girîng e jî ku kesê li kar digere bi rastî jî bixwaze li wî cihî bixebite û neyê neçarkirinê wî karî. Heger ew mirov bêdil biçe ser karê xwe wê demê ev ji bo bêkarên din jî nebaş e. Ji ber vê gelek girîng e mirov kesekî rêkûpêk li şîrketek rêkûpêk bicîh bike.

Armanc ew e ku pêbaweriya şîrketan ya bi Daîreya karî re xurt bikin. Mahad Malingur dibêje gereke mirov li bendê nemîne ta ku karbidestek karekî anons bike. Ew her weha bang li kesên li kar digerin dike ku bi xwe yekser serî li karbidest û şîrketan bidin.

Lê dema Daîreya karî li deriyên şîrketan dide hem awantaja wê ya dezgeheke dewletî ya pêbawer heye û hem jî ew dikarin pêdiviyên şîrket û karbidestan yên pêşerojê xuya bikin.

– Şîrket dikarin bi Daîrya karî re li ser pêdiviyên xwe yên mehek yan jî dû meh paşê biaxivin. Karbidestek nikare ji kesekî re ku li kar digere re bibêje ’ez ji bo sisê meh paşê li xebatkarek digerim’. Kesê bêkar yekser kar dixwaze. Lê em ne tenê li ser îro difirikirin, lê her weha li pêşerojê jî…

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".