Wêne:Jessica Gow/Scanpix.

Trafîka otomobîlan li Swêdê divê kêm bibe

Trafîka otomobîlan ango seyran li Swêdî divê ta sala 2030 bi %20 kêmtir bibe eger armancên jîngehî yên hukûmetê berdewam bikin. Lê wekî di rewșa hazir de diyar e dê trafîk bêhtir bibe , li gor lêkolînek derbarê sîstema veguhastinê ya swêdî ya karîgertir.

Serencamên wê ew eku bi lez bisînorkirinën mezintir pêwîstin nuha bo kêmkirina berdana bermayîyê ji trafîkê. Yek ji armancên hukûmetê ew e ku Swêd ta 2030 divê fîloya hatûҁûnê hebe ya pabendî fosîlê be. Armanceke rastî gelek rexneyan ji alîyên cuda ve bûye, ji ber nezelalbûna naveroka wê.

Wezîra avahîya bingehîn ango jêrxan, Catharina Elmsäter-Svärd, ya dê pêșnîyaza hukûmetê derbarê avahîya bingehîn di payîzê de dê pêșkêș bike, dibêje ku șîroveya derbarê bê ҁi pêwîst e bo giheștina armanca jîngehî her li dare:

-Em divê li hev bikin bê astengî bi xwe ҁiye û teșwîqkirineke bi vî awayî kare ҁi bike û ku em amade bin bo bandorên wê jî. Lê, Elmsäter-Svärd dibêje divê em șîroveyekê vekin, têde hemû awayên veguhastinê bi mesrefên xwe rabin bêhtir ji ya îro dibe.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".