Wêne: Johan Nilsson / Scanpix

SAS 70 balefirên nû dikire

SAS dê 70 balefirên nû bi dora 50 milyar kronî bikire di șeș ta heft salên li pêșîya me de. Ev nûkirin bi heman berfirehîyê ye wekî ya ba hevrikê wan, șirketa Norwegian de li dar e.

Nûkirin derbarê hemû rêyên wan yên hewayî ne. Balefirên nû yên SAS dê têkevin șûna hemû firokên 26 MD-80 û ew deh Boeing 737 yên herî kevin de, di rêyên kurt û yên nîvdirêj de. Û bo rêyên herî dirêj dê SAS du firokan salane biguhere di demeke sêsalî de, ji Airbus yan jî ji Boeing.

SAS herweha ser peymaneke hevkarî li gel șirketa Singapore Airlines imze kirîye, têde peywendî û xetên ҁûnûhatinê navbera welatên skandînavî û Singapore de heye.

Bi vê hevkarîyê tên payîn ku ҁûnûhatina hewayî di navbera van herdu herêman de di pêștir de dê bêhtir bibe.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".