Wêne:Toby Talbot/Scanpix.

Nîșankirina heywanên bê benc têne serjêkirin kare bibe merc

Goștê ji heywanên ku hatine serjêkirin bêyî ku bên benc kirin tê divê bên nîșan kirin. Swêd vê mercê datîne dema wezîrên ҁandinê yên welatên endamên ewrûpayê li Brukselê heftîya bê kom dibin. Sebeb ew e ku hejmara heywanên ku bê benckirinê hatine serjêkirin bi gelekî bêhtir ji ya hatîye sedem nîșan dan ji ber awarteya heye bo sedemên olî.

Hejmara yan jî pîvana goștê ji heywanên hatine serjêkirin bê benckirinê ne li gor hejmara kesên ku ji ber sedemên olî daxwaza goștê bi vî awayî dikin. Li gor raporeke ҁûye bo komîsyona yekîtîya ewrûpayê, %75 ji hemû goștê di yekîtîyê de heye, ji heywanên hatine serjêkirin bê benckirinê hatîye .

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".