Wêne: Linda Zinderland

Bazara karî lawaz dibe

Bazara karî ya Swêdî lawaz dibe, li gor hejmarên nû ji daîreya karî Arbetsförmedlingen. Danberhev bi heman mehê re sala par, 14 000 bêkarên bêhtir ba daîreyê hatine qeyd kirin.

Di dawîya nîsanê de 384 000 kes, %8,2 ji hêza karî, bêkar ba daîreya karî nivîsandî bûn yan jî beșdarî bernameyên daîreyê bûn yên bi piștgîrîya ҁalakî, aktivitetsstöd. Hejmara cîyên karî yên vala yên ba daîreyên karî li temamê Swêdê hatine agahdarî kirin, danberhev bi sala par re bi 2000 cîyî kêmtir bûne û geheștine 60 000 cîyî.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".