1 av 3
Gumanbar Peter Mangs sûcan red dike. Foto: Drago Prvulovic/Scanpix.
2 av 3
Sîleha gumanbar /Foto SR
3 av 3
Cîyên teqekirinan /Foto: SR

Rêzenîşander li pêşberî dadgehê ye

5:07 min

Gumanbarê rêzenîşander Peter Mangs îro derket pêşberî dadgeha destpêkê ya Malmö. Tê payîn ku pêvajoya dadgehê heftîyê 2-3 rojan bê kirin û di nîvê miha 7ê de ancix ew bidawî bibe.

Di vê roja ewil de dozger Solveig Wollstad wê bi kurtî li gişt sûcên ku gumanbar Peter Mangs ji ber wan tê gunehbarkirin binêre. Di nav sûcan de sê kuştin û 12 hewldanên kuştinê hene. Paşê avûkatên Mangs wê parastina wî bikin.

Gumanbarê rêzenîşander Peter Mangs îro derket pêşberî dadgeha destpêkê ya Malmö. Di salên navbera 2003-2009ê de sê kes hatibûne kuştin û gelek kes jî hatibûne gulebarankirin. Bi destpêka dadgehkirinê re dozger Solveig Wollstad qala girêdanên di navbera gulebaranan de kir.

- Lênerînên laboratûvara taktîkî ya dewletê nîşan didin ku qepsûlên fîşekên ku di tevaya teqekirinan de hatine bikaranîn ji heman çekê hatine, dibêje serdozgera dadgeha destpêkê ya Malmö Solveig Wolstadt.

Rêzenîşanderê gumanbar Peter Mangs hîna di zivistana 2010ê de hate girtin û piştî zêdeyî 550 rojên girtî di tewqîfxanê de îro ew derket pêşberî dadgeha destpêkê ya Malmö. Pêvajoya dadgehkirina Mangs wê heftîyê 2-3 rojan bê kirin û ancix di nîvê miha 7ê de ew bi dawî bibe. Lê îro wê serdozger Solveig Wolstadt bi kurtî li gişt sûcên ku gumanbar Peter Mangs ji ber wan tê gunehbarkirin binêre. Di nav sûcan de sê kuştin û 12 hewldanên kuştinê, hazirîya kuştinekê û birîndarkirin hene. Li hember Mangs di dadgehê de bi giştî 30 gilîker hene û bi xerîteyekê hemî cîyên ku gule li wan hatine teqandin hatine îşaretkirin.

Gumanbar Peter Mangs îdia dike ku wî du caran bi debanca xwe li du tabelayan reşandîye û bi vî awayî dibe ku wî xesar û zîyanek dabe, lê wekî din ew kuştin û birîndarkirinan qebûl nake dibêje avûkatê wî Douglas Norking.

Li gor serdozger Solveig Wolstadt, ji bilî sê kuştinan teqekirinên Peter Mangs wekî din jî gelekî xeter bûne û dikarîbûn gelek kesên din jî bi wan bên birîndarkirin, yan kuştin. Wekî mînak guleyek li şewqa kesekî ketîye û serdozger Wolstadt kiryarê pir xeter bi nav dike.

Piştî ku serdozger qala gilîyênl i hember Mangs kir êdî avûkatên wî wê parastina wî bikin.

Belê Mangs ji bo gumana kiryarên di navbera salên 2003 û 2009ê de tê darizandin. Lê demeke dirêj derbas bû heta ku polîs giha wê qenaetê ku kiryar yek kes e. Mats Lassén berpirsê polîs yê şopbirinê ye:

- Pêşî me bawer dikir ku ev karê komên krîmînel e. Ji bo di nav van koman de gelek caran çek destan diguherin, heman çek dikare di gelek bûyeran de bê bikaranîn. Lê paşê li hin kesan hate reşandin ku bitesadufî li cihê bûyerê bûn û vêya gumanên me xurt kirin ku kiryar tenê yek kes e, dibêje Mats Lassén.

Ji bo vê xala ku berpirsê polîsan Lassén behs dike, ango şika ku kiryar kesekî ji cîhana tawankarîyê bû hin rexne li polîs hatine kirin ku wan zêde giranî dane wê texmînê û loma gumanbar zû negirtine. Lê Mats Lassén dibêje îro hêsane mirov bibîne ku ev ne karê komên krîmel bû lê wê demê rewş cuda bû.

- Wî liv û tevgera xwe diguhert. Wek mînak demekê me gule peydekirin ku cudahî di navbera wan û qepsûlan de hebû û me nikarîbû em girêdana navbera wan derxin holê. Paşê me dît ku wî herwiha lûleyên cuda yên debancê bikaranîne, dibêje Mats Lassén.

Lê niha polîs di lêgerîn û sergirtinan de gelek delîl bi dest xistine û ev gişt di dadgehê de dê li hember gumanbar bên bikaranîn. Lîsta tiştên desteserkirî dirêj e: Debance, lûleyên wan, fîşek û gule, alavên çêkirina guleyan, gelek qepsûlên fîşekan, perûkê serîyan, kumê şêlandinê, kitêbên bê mirov çawa çekan bêdeng dike, mirov çawa quflan vedike û herwiha kitêba kujerê navdar Lasermannen jî heye.

Berpirsê polîs yê şopbirinê Mats Lassén delîlên ku wan bi dest xistine ji bo mehkûmkirinê têr û xurt dibîne.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade ljud i menyn under Min lista