Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på https://kundo.se/org/sverigesradio/

Narkotîka li cihên şahiyê hêsanî peyda dibe

Hat weşandin måndag 14 maj 2012 kl 10.46
Li Stockholm, Malmö û Göteborgê li baran rastlêhatina madeyên narkotîkî normal bûye. Wêne: Tor Johnsson/Scanpix

Yek ji 10 kesên li Swêdê di bar û cihên şahiyê de rast li madeyên narkotîkî hatine. Vê yekê lêkolîneke şîrketa Novusê nîşan dide ku li ser daxwaza rêxistina Krogar mot knark ve hatiye çêkirin. Bi ya rapora Novusê herî zêde ciwanên navbera 18-29 salî bêtir li bajarên wekî Stockholm, Malmö û Göteborgê rast li madeyên narkotîkî tên.

Daniel Knutdzon li beşa bar û cihên şahiyê ya polêsê Stockholmê kar dike:

-- Êdî rewş ewqas bi pêş ve çûye ku ev bûye tişteke normal. Ciwan hînê dîtina û axaftinên li ser madeyên narkotîk bûne. Her dawiya hefteyek em 5, 6, 7, 8 polês tenê li ser vê babetê kar dikin. Ne tişteke ne-normal e ku em di şevekê de navbera 10-ta-30 kesên ji ber madeyên narkotî bêhişbûne yan jî li barekî li ser wan narkotîk heye bibînin, dibêje polês Daniel Knutdzon.

Beşa barê ya polês ya bi navê Krogsektionen bi rêxistina Krogar mot Knark (barên li dijî narkotîkê) re hevakriyê dike û personelên wan perwerde dike. Lê her weha hîn polês jî bi kincên sîvîl li bar û cihên şahiyê çavdêriyê dikin.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".