August Strindberg (1849-1912)
SALA STRINDBERG

100 saliya mirina nivîskarekî provokator

Sedsal berê îro nivîskarê navdar yê Swêdî, Augst Strindberg, li mala xwe ya Blå Tornet ya li kolana Drottninggatan a Stockholmê çû ser heqîya xwe. Dema mir ew mirovekî wusa bû ku di civakê de rê li ber gelek nîqaşan vekiribû û di derabarê wî de gelek fikrên li gel û dijber hebûn. Lê ew her weha provokatorek rêzdar bû. Yek ji bûyerên balkêş ya berya mirina wî ew bû zêdeyî 10 hezar karkerên swêdî li pêş mala August Strindberg civîyan û rêz û hezkirina xwe ya ji bo wî diyar kirin.

Bi armanca balkişandina ser yek ji nivîskarên hêrî mezin yê Swêdê sala 2012 weke sala Strindberg hatiye îlankirin. Di nav vê salê de ji bo bîranîna wî dê rêzeke şanoyên nû werin pêşkêşkirin û pêşangeh werin vekirin.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".